Îsraîlê gef li Şamê xwar: Em ê nehêlin ku zerar bigihêje Durziyan

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz gef li hikumeta demkî ya Sûriyeyê xwar û got, "Îsraîl wê destûrê nede ku zerar bigihêje Durziyan û eger pêwîstî pê hebe wê derbeke hîn hişk lê bide."

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz li ser êrişa bi şev a artêşa Îsraîlê ya li başûrê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Katz got, "Peyama ku ji rejîma Sûriyeyê re hatiye dayin eşkere ye: Îsraîlê wê lê temaşe neke û destûrê nede ku kes zerarê bide Durziyan."

Li gorî medya Îsraîlê wezî got, "Eger pêwîst bike em ê hîn bi hişkî lê bixin. Serokwezîr Binyamin Netayahu û min bi rengekî eşkere me gotin û hişyar kirin: Her kesên ku zerarê bidin Durziyên li Sûriyeyê, xwişk û birayên me yên Durzî yên li Îsraîlê, wê bêne cezakirin."